EFRÎN.. ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK 11 SIVÎL JI GUNDÊ KAXIRÊ YÊ MABETA REVANDIN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di warê revandina welatiyên Kurd li Efrînê de, har bûye. Çeteyên wê bi ser malan de digirin û sivîlan direvînin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ev demeke bênavber sivîlan direvînin û wan wenda dikin.

Hat zanîn ku beriya 15 rojan, çeteyan welatiyê bi navê Luqman Silêman Hesen ê ji gundê Miskê Jorîn ê Cindirêsê revand.

Luqman Silêman Hesen tevî malbata xwe dema ji Efrînê derviyan, li Cereblûsê hat girtin.

Hat zanîn ku çeteyan malbata wî serbest berdane, lê çarenûsa wî heya niha nediyar e.

Li gundê Kaxirê yên Mabatayê, çeteyên dagirkeriyê bi ser malan de girtin û 11 sivîl revandin.

Navên hemûyan nehatine diyarkirin.

Navên kesên hatin diyarkirin jî wiha ne:

– Rîfaî Îso Îso
– Necîb Mistefa Henan
– Azad Sabrî Hiso
– Kurekî Mihemed Qasêm
– Û kurekî Ehmed Qasêm

Hat zanîn ku çeteyan li gund noqteyeke leşkerî ava kiriye ku ji 60 leşker û 25 çeteyan pêk tê.

Leave a Reply

Back to top button