Xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê didomin, fermandarek Supayê Pasdaran hat kuştin

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên li dijî qetilkirina Jîna Emînî di roja 15’emîn de didomin. Di xwepêşandanan de berpirsekî Supayê Pasdarên Îranê li Merîwanê hat kuştin.

Xwendekarên Zanîngeha Pîşeyî ya Şerîf a Tehranê xwepêşandan lidarxistin, hêzên rejimê êrişî wan kirin û pevçûn derket.

Li Metroya Şerîetê ya Tehranê jî xwepêşandan hat lidarxistin û dirûşmên “Ji bo dîkdator mirin” hatin berzkirin.

Li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê jî gel li kolanan bûn.

Li navçeya Şapur a Esfehanê jî alozî di navbera xwepêşander û polîsan de derket.

Li bajarê Şehir Kurd jî gel bi dirûşmên “Ji bo dîkdator mirin” daketin qadan.

Her wiha li Zanîngeha Sine jî xwendekaran xwepêşandan lidarxistin.

Hejmarek xwendekarên jin ên bajarê Seqiz jî li çerxerêya Azadî kefiyên xwe ji serê xwe kirin û govend gerandin.

Her wiha duh li Merîwanê di xwepêşandanan de yek ji fermandarên Supayê Pasdaran Daqid Ebdulahî birîndar bibû ji ber birîna xwe ya giran mir.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê îro bilançoya dawî ya xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de diyar kir ku heta niha 133 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button