Piştî 8 salan şêniyên gundê Sîba Şêx Xidir vegeriyan Şengalê

Dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de ji ber êrişên DAIŞ’ê li çar aliyê Şengalê malwêraniyek giran çêbû.
Yek ji wan gundan Sîba Şêx Xidir ya girêdayî nahiya Til Izer e.
Li Sîba piştî 8 salan cara yêkê civak vedigere ser cih û warên xwe, ji nûve malên xwe ava dikin, bicîh dibin.
Saziyên Şengalê jî serdana malbatên vegeriyane Sîba Şêx Xidir kirin… 

Piştî 8 salan cara yekê şêniyên gundê Sîba Şêx Xidir a Şengalê li cih û warên xwe vegeriyan ..

Meclîsa Gel, YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê di nav de heyetek ji saziyên Şengalê serdana şêniyên gund kirin ..

Endamê Rêveberiya Meclîsa Gel ya Til Izêr Rîyad Sebrî, behsa girîngiya vegera gundê Sîba Şêx Xidir kir û wiha got;

“Em bi hemû saziyên xwe ve hatin serdana malbatan û xêr hatina wan kir.

Em dixwazin hemû sazî û dezgehên mafê mirovan diparêzin destê alîkariyê bidin şêniyên gund ..

Em texsîr nakin. Hebûna me bo miletê me ye.

Back to top button