Hîndekarên li Helebce: PDK’ê li dijî êrişên Îranê bê deng e

Mamostayên Zanîngeha Helebce dan zanîn divê hikûmeta Başûrê Kurdistan dema ku daxuyaniyan li dijî bombebarana Îran û Tirkiyeyê didin, ti behaneyan ji dagirkeriyê re nîşan nedin.

Mamostayên Zanîngeha Helebce derbarê mijarê de ji Rojnews re axivîn.

Mamostayê Dr Ehmed Mîre li dijî vê yekê bertek nîşan da got:

“Ji bo pêşîlêgirtina dagirkeriyê divê li ser asta navdewletî bi taybetî jî li NY pêngavên pratîkî werin avêtin.

Mamoste Ehmed Mire: Divê partiyên Başûr niştimanî bin

Tiştek din ku divê were kirin ewe ku partiyên Başûrê Kurdistanê bibin partiyên nîştimanî. ”

Li ser heman mijarê Mamostayê Zanîngeha Helebce Aware Hisên jî axivî û got:

Aware Hisên: Divê hikumeta Herêmê dagirkeriyê rewa neke

“Pêwîste hikûmeta Herêmê di daxuyaniyên ku li dijî êrişên dagirkeriyê de, behaneyan ji vê dagirkeriyê re nîşan nede.

Divê bi tûndî êrişan şermezar bike û nûnerên wan welatan bang bike û nerazîbûnek tûnd li dijî wan nîşan bide.”

Back to top button