Dewleta Tirk gundê Qeremox yê Kobanê gulebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gule li gundê Qeremox yê Kobanê reşandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên ber êvarê de bi çekên doçka û BKC gundê qeremox yê li rojhilatê bajarê kobanê dan ber guleyan.

Hat ragihandin dema ku şêniyên gund diçûn nava zeviyên xwe gule li wan hatin barandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê doh êvarê jî derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa topbaran kir.

Her wiha duh di saetên derengiya şevê de jî dewleta dagirker gundê Bêlûniyê yê girêdayî Şehbayê bombebaran kir.

Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Back to top button