ASAYÎŞA PDK’Ê NAHÊLE KES JI WAREGEHA MEXMÛRÊ DERKEVE

Êrîş û bombebarana dewleta Tirk li ser Mexmûr ne bes e, PDK’ê jî wargeh durpêç kiriye.

Asayîşa PDK’ê piştî bûyera 17’ê mehê a li Hewlêrê qewimî, 4 roje nahêle kes ji wargeha penaberan a Mexmûrê derbikeve.

PDK’ê destûrê nade ku nexweşên giran jî ji bo tedawiyê derbazî nexweşxaneyên Hewlêrê bibin.

17’ê vê mehê li Hewlêrê dema ku şandeyekî konsolosxaneya Tirk a Hewlêrê diçe Xwaringeha Huqqabaz hat gulebarankirin.

Endamek konsolosxaneya dewleta Tirk û 2 kesên din hatin kuştin.

Piştî bûyerê rêyên çûn û hatina wargeha penaberan a Mexmûrê hatin girtin .

Asayîşa PDK’ê ev 4 roje nehalê kes ji şêniyên Mexmûrê derbazî Hewlêrê bibe.

Rojane bi sedan karker ji bo karên xwe berê xwe didin Hewlêrê.

Her wiha ji ber bê derfetiyê bi dehan nexweşên giran jî ji bo tedawiyê diçin Hewlêrê.

Lê heya niha Asayîşa PDK’ê bê ku sedemek nîşan bide, nehiştiye ti welatiyên xelkê wargeha Mexmûrê biçin Hewlêrê.

Asayîşa Hewlêrê piştî kuştina endamê konsolosxaneya Tirk, bi ser malên jinên ciwan ên ji Wargeha Mexmûrê ku li Hewlêrê kar dikirin de girtin.

Şeva 18’ê Tîrmehê jî endamên asayîşê bi ser gelek malên ciwanên Wargeha de girtin.

16 jinên ciwan hatin binçavkirin.

Ji ciwanên ku hatine binçavkirin, 11 kes di saetên nîvro de hatin berdan.

5 kesên din jî duh bi şev hatin berdan.

Li gorî agahiyên ku ciwanên hatine berdan dane, serdagirtinê de kesên ku bi zimanê Tirkî di axivîn jî hebûne.

Piştî bûyera li Hewlêrê bi rojekê ango 18’ê mehê bi şev , balafirên artêşa Tirk a dagirker wargeha Mexmûrê ku zêdeyî 12 hezar penaber lê ne ne û dibin çavdêriya Netewên Yekbûyî de ye bomebaran kir.

Di encamê de 2 sivîl birîndar bûn û zirar gihişt mal û milkê şêniyan.

Leave a Reply

Back to top button