Komîteta Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan ya Qamişlo tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir. Malbatên Şehîdan diyar kirin ku bi rihê Sara û Rûken wê azadiya Rêber Apo misoger bikin.
Daxuyanî li pêşiya navendê bi beşdariya bi dehan endamên komîte û meclisê ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 18 mehin ti agahî ji rêber Apo nayê girtin û hemû hewldanên parêzeran yên hevdîtinê têne astengkirin.
Komîteyê da zanîn ku li navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn armanca tecrîda li ser Rêber Apo ew e ku ji gel qut bikin û got: “Em tecrîda domdar a li ser rêber Apo şermezar dikin û bêdengiya hêzên berpirs wekî sûcekî exlaqî û dijmirovî dibînin.”
Di dawiyê de komîteyê da zanîn ku bi rihê Sara, Rûken û hemû şehîdan wê tekoşînê bilind bikin heta ku Rêber Ocalan û civak azad bibin.