ÇAVKANIYÊN HERÊMÎ: LI XAKÛRKÊ 10 LEŞEKRÊN DIJMIN HATINE KUŞTIN

Hate ragihandin, li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê di şerê 18 û 19’ê Tîrmehê de herî kêm 10 leşkerên dijmin hatine kuştin an birîndar bûne.

https://anfkurdi.com/kurdistan/li-xakurke-di-ser-de-gelek-lesker-hatin-kustin-116077

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, di 18 û 19’ê Tîrmehê de dema ku artêşa Tirk a dagirker hewl dida leşkeran deyne ser girê Helîkopter ê li Xakurkê, gerîlayên HPG û YJA Starê çalakî kirin.

Di encamê de şer li girê şehîd Bêrîtan derket.

Li gorî agahiyan, di şer de herî kêm 10 leşker hatin kuştin an jî birîndar bûn.

Heta niha Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê derbarê çalakî û şer de ti daxuyanî ne daye.

Leave a Reply

Back to top button