Li Mexmûrê ji bo şehîd Bahoz Mijînî konê sersaxiyê hat danîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo gerîlayê HPG’ê Bahoz Mijînî ku li gel sê hevalên xwe di encama şerê li dijî dewleta Tirk de li Herêmên Parastina Medya şehîd bibû, konê sersaxiyê hat danîn.

Bi tevlîbûna hemû sazî û destgehên wargehê û şêniyên wargehê berê xwe dan konê sersaxiyê.

Li ser navê gelê wargehê Endama Kordînasyona Meclisa Îştar Xurbet Îşlek axivî û got: “Heval Bahoz soza ku dayî gelê xwe û hevalên xwe heta merteba şehadetê meşand.”

Her wiha Xalê Şehîd Bahoz, Sebrî Mijînî jî axivî û diyar kir ku ew ti caran gazind û hêviyan ji dijimin nake û got: “Em çiqas xwînê birêjin jî wê rêxistina me gav paşde ne avêje, ji ber ku em mafê xwe yê rewa diparêzin.”

Back to top button