Dewleta Tirk gundên Kobanê topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker ji vê êvarê ve seranserî gundên sînor ên Kobanê, gundên navçeya Til Temir, Girê Spî, navçeya Eyn Îsa û Zirganê topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Sêlim, Qeremox, Koran, Til Şiêr, Mezra Ebrûşan û Ziyaret ên rojava û rojhilatê Kobanê topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker di saetên ber êvarê de jî bi çekên doçka û BKC gundê qeremox yê li rojhilatê bajarê kobanê dan ber guleyan.

Hat ragihandin dema ku şêniyên gund diçûn nava zeviyên xwe gule li wan hatin barandin.

​​​​​​​Dewleta Tirk gundê Qibûr Qeracne û Til Leben ên Til Temirê topbaran kir

Her wiha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundê Qibûr Qeracne û Til Leben yê bakur û rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kirin.

​​​​​​​Di encama topbarana li ser gundê Til Leben de 4 welatî birîndar bûn

Birîndar li nexweşxaneya navçeya Til Temirê tên dermankirin.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk gundê Girê Spî, navçeya Eyn Îsa û Zirgan topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker, rojhilatê navçeya Eyn Îsa, rêya M4, gundê Xane Qezelî yê Girê Spî bi dijwarî topbaran kirin.

Dagirkeriya Tirk gundê El Bobî, taxa xerbî yê navçeya Zirgan jî bi çekên giran û hawinan topbaran kirin.

Back to top button