Li Colemêrgê li dijî navenda polîsan 2 teqîn pêk hatin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li nêzî navenda polîsan 2 teqînên mezin pêk hatin.
Piştî teqînê polîsên dewleta Tirk gelek kes binçav kirin.

Hate ragihandin ku teqîn nêzî navenda polîsan a navçeyê pêk hatiye.

Li gor ajansa mezopotamya dibêje beriya teqînê li dijî wesayîta zirxî ya polîsên dewleta Tirk a dagirker gule hatiye reşandin..

Piştî vê yekê li nêzê navenda polîsan teqîn pêk hatiye.

Piştî teqînê bi dehan ambulans û bi sedan polîs ji bo cihê bûyerê hate veguhestin.

Hate ragihandin ku polîsan piştî çalakiyê, gelek welatiyên herêmê binçavkiriye.

Her wiha hate ragihandin ku polîsan cihê bûyerê dorpêçkiriye, nahêle kes nêzî cihê bûyerê bibe.

Back to top button