CPT serdana girava Îmraliyê kir

Bi salane dewleta Tirk rê nade ku parêzerên Rêber Apo pê re hevdîtinê pêk bînin.
Li dijî vê yekê gelê Kurd û dostên xwe bê navber di nava çalakiyan de ne.
Eşkere bû ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê-CPT demên dawî çûye serdana Îmraliyê.

Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê-CPT têkildarî serdanê de daxuyaniyek da raya giştî.

Komîtê ragihand ku wan di navbera 20 û 29’ê Îlonû de li Tirkiyê bûn.

Û di nava vê demê de ji bo Girava Îmraliyê serdaneke taybet pêk anîne.

CPT: Serdana Îmraliyê ji bo armancên taybet bû

Komîtê di daxuyaniyê de li serdana Îmraliyê ev agahî parve kirin:

Ji bo lêkolînkirina şert û mercên 4 girtiyan, şandeya me çû serdana Tîpa F a Îmraliyê.

Di vê serdanê de me îşaret bi girîngiya awayê pêwendiya girtiyan a li gel cîhanê kir.

Têkildarî encama lêkolînên li giravê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkeceyê, ti agahiyên berfereh parve nekirin.

Back to top button