Gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn

Gerîlayan li herêma Zapê li hêzên artêşa Tirk ya dagirker xistin.
HPG’ê diyar kir di encama çalakiyan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Her wiha hat ragihandin artêşa Tirk careke din 9 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şorşegerî ya Bazên Zagrosê de 3’ê Cotmehê li qada Sîda ya herêma Zapê bi çekên giran li hêzên dagirker hate xistin ku li dora çeperên şer yên Şehîd Agir bûn.

HPG: Li herêma Zapê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin

Di vê çalakiyê de dagirkerek hate kuştin.

Heman rojê li Qada Sîda bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker ên li dora çeperên şer yên Şehîd Felat hate xistin û dagirkerek hate kuştin.

Dîsa 3’ê Cotmehê tîmên bi tevger li Qada Saca bi awayekî koordîneyî li hêzên dagirker xistin.

Baskê yekemîn yê çalakiyê bi çekên giran li dagirkeran xistin û di encamê de 2 dagirker hatin kuştin.

Baskê duyemîn yê çalakiyê jî li hêzên dagirker xistin ku hewl didan destwerdanê li qada çalakiyê bikin. Di encama vê çalakiyê de jî dagirkerek hate kuştin.

Di saetên şevê de helîkopterên skorsky ku dixwestin dagirkeran li qadê daynin bûn hedefa tîmên me yên bi tevger. Li ser vê destwerdana hêzên me helîkopter bêyî ku dagirkeran daynin ji qadê dûrketin.

HPG: Artêşa Tirk 9 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 9 caran bi çekên kîmyewî, 78 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus, hawan û tankan qadên gerîla bombebarankirin.

Li aliyê din HPG’ê diyar kir 3’ê Cotmehê di saetên sibê de heta îro hêzên Îranê qadên Hornê û Girê Berbizinê yên bi ser Goşînê ya girêdayî herêma Xakurkê bi obus û hawanan bombebarankirin.

Back to top button