Parlementoya Rûsyayê ew biryar erê kir

Piştî biryara yekalî ya Kremlînê, Parlementoya Rûsyayê ragihandin 4 herêmên Ukrayna weke beşeke ji axa welatê xwe erê kir.
Di vê navberê de artêşa Ukraynayê jî bi desteka hêzên Rojavayî, ber bi 4 herêmên di bin kontrola Rûsyayê de pêşde diçe.

Konseya Federasyonê ku weke baskê bilind ê parlementoya Rûsyayê tê naskirin, bi mijara rewşa 4 herêmên Ukraynayê kom bû.

Ev civîn piştî wê yekê destpêkir ku serokê welat Pûtîn, herêmên Luhansk, Donetsk, Xîrson ku Zaporîjya weke beşeke ji axa Rûsyayê ragihand.

Doh bi heman mijarê baskê jêr yê parlementoyê Dûma jî bi yek dengî 4 herêmên Ukrayna weke beşek ji Rûsyayê ne erê kir.

Piştî van herdû dengdana, wê biryarname careke din pêşkêşî Kremlîn were kirin.

Û piştî mohrkirina Pûtîn, êdî wê bi fermî were naskirin.

Sala 2014’an jî piştî kontrolkirina herêma Kirimê, Rusya ew weke “Komara Gel” ragihandibû.

Di vê navberê de her çendî Mosko Xîrson û Zaporîjya weke herêmên xwe ragihandibin jî hê bi temamî serwerî bidest nexistiye,

Ji ber vê yekê berdevê Kremlînê Dimîtrî Peskov diyar kir ku têkildarî sînorê van herdû herêman pêvajoya şêwrê dewam dike.

Ukrayna hewl dide herêmên xwe rizgar bike

Li aliyê din Ukrayna jî bi desteka hêzê Rojavayê hewl dide herêmên xwe ji kontrola artêşa Rûsyayê rizgar bike.

Li gorî artêşa Ukraynayê, hêzên wan ber bi Xîresonê ve pêşde diçin.

Li aliyê Rojhilatê welat jî hat gotin, beşek ji xaka Luhanskê ji hebûna hêzên Rûs hatiye paqijkirin.

Ji bo bajarê Lymanê ku beriya çend rojan hate kontrolkirin, artêşa Ukrayna hêzên xwe zêde kirine.

Back to top button