Heyeteke CPT serdana Îmraliyê kir

CPT’yê duh ragihand ku heyeteke wan di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyeyê de, di navbera 20-29’ê Îlona 2022’an de çûye Îmraliyê.
Derheqê rewşa Rêber Ocalan de CPT’ê tu agahî parve nekirin.
Buroya Hiquqê ya Sedsalê bi daxuyaniyekê bang li CPT kir ku rapora xwe ya derbarê Îmraliyê de zutirîn dem de eşkere bike û dawî li rewşa êşkenceyê bîne.

Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), duh têkildarî serdana xwe ya Tirkiyê di 20-29’ê Îlonê de daxuyanî da.

CPT eşkere kirk u wan serdana Girtîgeha Îmraliyê jî kiriye…

Li gorî daxuyaniyê, CPT ji bo dîtina şert û mercên girtîgehê çûye Girtîgeha Îmraliyê jî..

Heyeta CPT’yê di çarçoveya serdanê de hevdîtin bi gelek berpirsên Tirk re jî kiriye û bi wezîrê dadê re civiya ye…

CPT’ê di hevdîtinê de çavdêriyên xwe yên destpêkê pêşkeşî rayedarên Tirk kirine.

CPT derbarê rewşa Rêber Ocalan de agahî ne da

Seroka heyeta CPT’yê ya çûyî Îmraliyê û 2. Cîgira Serok a CPT’yê Therese Rytter derbarê serdanê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî..

Li ser pirsa rewşa reber Ocalan, Rytterê got:

“Ez dikarim bibêjim em çûne serdana girtiyên li Tirkiyê, lê nikarim tiştekî parve bikim.”

Therese Rytter diyar kir ku ew ê di Adara 2023’an de raporê bipejirînin û bişînin Tirkiyê û got, “Wê demê jî ji bo ku Tirkiye bersivê bide, 6 meh dem jê re tê dayîn. Wê demê jî dê CPT biryarê bide bê ka dixwaze rapora xwe parve bike yan na.”

Buroya Hiqûqê a Sedsalê: Divê CPT di zûtirin demê de daxuyanî bide

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî têkildarî serdana CPT de daxuyaniyek da û got:

Her çiqasî dereng be jî, avêtina gaveke wiha erênî ye ku piştî serdanên me yên ji bo CPT’yê û bangawazî û hewldanên gelek derdorên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî pêk hat.

CPT herî dawî di gulana sala 2019’an de çû serdana Girava Îmraliyê û rapora xwe jî 15 meh piştre parve kiribû.

CPT di rapora xwe ya wê demê de diyar kiribû ku divê di mijara peywendiyên bi derve re gavên cidî bên avêtin, lê berovajî wê tecrîd girantir bû..”

Buroya hiqûqê ya Sedsalê ji CPT xwest ku derheqê serdanê de di zûtirin demê de daxuyanî bide û ji bo rakirina şert û mercên êşkencê ji holê rabin gav bavêje..

Back to top button