Akademiya Jineolojiyê êrişa li dijî Nagihan Akarsel şermezar kir

Akademiya Jineolojiyê êrişa li dijî Nagihan Akarsel şermezar kir û bang li hemû jinên şoreşger û azadîxwaz kir bi drûşma Jin-Jin-Azadî têkoşîna li dijî faşîzmê û têkoşîna azadiyê bilind bikin. Rêxistina Kongra Star bi daxuyaniyekê şehîdxistina akademisyen Nagîhan Akarsel şermezar kir û got, “Hikûmeta Başûrê kurdistanê û bi taybetî jî PDK berpirs in.

Akademiya Jineolojî yê bi daxuyaniyekê êrişa li dijî endama xwe Nagihan Akarsel şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin Nagîhan Aksel bi jinên başûrê Kurdistanê re li Silêmaniyê xebatên Pirtûkxaneya berhemên Jinên Kurd û Navenda Lêkolînê bi rê ve dibir û wiha hate gotin,

“Bi jinên başûrê Kurdistanê yên encamên herî giran ên polîtîkayên faşîzmê û netew dewletê jiyayîn re, di dema bi jineolojiyê pêşengiya afirandina rewşenbîriya jin bi coş, biryar û îdeayekî mezin ve dikir de ji aliyê bi hişmendiya hêzên dagirker ên reş û tarî ve bi awayekî hovane hat qetilkirin.

Ger ev cinayet neyên zelalkirin, dê hevkariya hikûmeta başûrê Kurdistanê di bin vê pêla şoreşa jin a bilind dibe de bimine.

Em diyarkirin ku, emê xebatên bi jineolojiyê û bi afirandina ronakbiriya jin tola heval Nagîhan hilgirin.”

“Divê jin bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” têkoşîna azadiyê mezin bikin”

Akademiyê bang li hemû jinên şoreşger, demokrat, azadîxwaz, akademisyen û mirovên zanyar kir vê êrişê şermezar bikin û bi drûşma Jin-Jin-Azadî têkoşîna li dijî faşîzmê têkoşîna azadiyê bilind bikin.

Em di kesayeta Şehnaz îbrahim û Kafiye Silêman de bang li hemû jinên başûrê Kurdistanê dikin ku ji bo zelalkirina vê cînayeta siyasî zextê li ser hikûmeta başûrê Kurdistanê bikin.

Back to top button