Meclisa Navçeya Holê ya Hesekê ji xelkê herêmê re civînek li darxist. Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso jî di civînê de li ser rewş û buyerên dawî axivî.
Bi dehan ji rûspiyên eşîrên Ereb, şêniyên herêma rojhilat û endam û nûnerê Rêveberiya Xweser di civînê de amede bûn.
Di civînê de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso rewşa siyasî ya dawî nirxand.
Xerîb Hiso: Berxwedana gelên herêmê timayên dewleta Tirk eşkere kirin
“Dewleta Tirk ji dema ku şer û aloziya Sûriyê destpêkir bû sedema kuştina bi hezaran welatiyan û koçberkirina bi sed hezaran kesî. Bi vê yekê jî siyaseta dagirkerî û planên qirêj pêk anîn.”
Hiso diyar kir ku têkoşîna li bakur û rojhilatê Sûriyê û berxwedana gel ruyê AKP’ê û Erdogan yên rastîn nîşanî cîhanê dan.
Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Sûriyan bûn neynika civakê û modela herî baş.”
Welatî jî di civînê de axivîn û balkişandin li ser hevgirtina gel, sekna li hemberî van siyasetan û kombûna li dora Rêveberiya Xweser û hêzên wê.