Meclisa Ciwanan: Divê ciwan serhildana Rojhilat bi şoreşê tacîdar bikin

Welatiyên Ranyayê û Ciwanên Rojavayê Kurdistanê piştgirî dan serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Girtiyên jin ên li girtîgeha Sîncanê jî ji bo Jîna Emînî porê xwe jê kirin.

Her wiha Encûmena Ciwanên kurd li Rojavayê Kurdistanê bi heman aramcê daxuyanî da û got: “Em weke Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pîroz dikin û piştgirtiya xwe jê re raber dikin.

Bangewaziya me ji hemû ciwanên Kurdistan û cîhanê re ye ku piştgiriya raperîna keziyên azad bikin ta ku ev raperîn bi şoreşbûnê tacdarî bibe.

Em bang li hemî saziyên parastina mafên mirovan û civata navneteweyî dikin ku li dijî sûcê desthilata Îran bi erka xwe rabin.

Girtiyên Jin ên li Sîncanê ji bo Jîna Emînî porê xwe jê kirin

Li aliyekî din li girtîgehên dewleta Tirkiyê piştgiriya jinan ji bo serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û şermezarkirina kuştina Jîna Emînî zêde dibe.

Piştî jinên ku 30’ê Îlonê li Girtîgeha Bakirkoyê porê xwe birîn, li Girtîgeha Jinan a Sîncanê jî çalakiyeke bi heman rengî ya piştevaniyê hate lidarxistin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê parêzeran ve hatin dayin, nêzî 20 jinan ji bo piştgiriya jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bikin porê xwe jê kirine.

Lîstikvana Rêzefilma ‘La casa de papel’ piştgirî da jinên Rojhilat û Îranê

Lîstikvana rêzefilma ‘La Casa de Papel’ ku di cîhanê de dihate nasîn, İztiar Ituno, ji bo piştgiriya jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dîmenek weşand.

Iztiar jî weke gelek jinên Bask ê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hem bi zimanê Kurdî hem jî bi zimanê Baskî got.

Back to top button