Balafirekê li navçeya Şarbajar a Silêmaniyê erebeyek bombebaran kir

Balafirek bê mirov li navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir. Hat ragihandin di encama êrişê de birîndar hene.

Balafireke bê mirov û bi çek li ser rêya pira gundê Şêxel Marên ya navçeya Şarbajêr ya ser bi Silêmaniyê êriş pêk anîye.

Derbarê mijarê de qeymeqamê navçeya Şarbajêr Şaho Osman ji ajansa Rojnews’ê re axivî û got;

“Hêzên ewlekarî û tenduristiyê ber bi cihê bûyerê ve çûne, lê ji ber balafira bê mirov li ser heman herêmê digere, nikarin xwe bigihînin cihê bûyerê.”

Back to top button