Mala Êzidiyan a Cizîrê: Zaroka Êzidî Canê Heyder ji kampa Holê hate rizgarkirin

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ragihand ku zaroka Êzidî Canê Heyder ji kampa Holê hate rizgarkirin.

Canê Heyder di êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê a 3’yê Tebaxa 2014’an de hatibû revandin.

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ragihand ku wan bi piştgiriya rêveberiya Kampê û hêzên Ewlehiyê yên li kampê, zaroka Êzidî xelas kirin û wiha got: “Piştî çend serdanên ji bo kampê, keça bi navê Canê Ziyad Heyder a ji gundê Solax ê Şengalê ku di sala 2007’an ji dayîk bûye, hate rizgarkirin û niha li Mala Êzidiyan e.

Back to top button