Nagihan Akarsel li Silêmaniyê di êrişa çekdarî de şehîd bû

Îro li Silêmaniya başûrê Kurdistanê, li dijî akademisyen û endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel êrişeke çekdarî pêk hat û ew şehîd bû. Heta niha kujer nehatine girtin û aliyên fermî tu daxuyanî nedan e. Li hember êrişa li ser Nagihan Akarselê, rêxistinên jinan li ber navenda Tiba Edlî ya Silêmaniyê daxuyaniyek dan û bang kirin ku kujer werin girtin û cezakirin.

Îro li Silêmaniyê, li dijî Endama Akademiya Jineojiyê Nagîhan Akarsel êrişeke çekdarî pêk hat.

Di encama êrişê de Nagîhan Akarsel şehîd bû.

Nagîhan Akarsel li pêşiya mala xwe rastî êrişê hat û nayê zanîn kujer hatiye girtin an na, lê hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin.

Nagîhan ji bajar Konya yê Tirkiyê ye.

Wê karê rojnamevaniyê, nivîskariya rojname û kovarên jinan dikir.

Çend sale li Silêmaniyê ji bo bingeha akademiya Jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê deyne, dixebitî.

Rêxistinên jinan daxwaza cezakirina bikujên Nagihan Akarsel kirin

Li hember êrişa li ser Akarselê, li Silêmaniyê jinên azadîxwaz û rêxistinên jinan li ber navenda Tiba Edlî daxuyaniyek dan..

Endama Peywendiyên Derve ya Jinên Kurd (REPAK) Şîlan Şakir li vir axivî û got: “Em vê êrişê şermezar dikin. Daxwaza me ew e ku bikujên Nagihan werin cezakirin.

Ev ne qetilkirinek asayî ye, Qetilkirinek siyasî ye. Em li benda daxuyaniya aliyên peywendîdar in.”

Endama Yekîtiya Jinan Jinêr Ebdullah jî axivî û ev yek anî ziman: “Eger kujerên Nagîhan û hemû kesên ku berê hatî kuştin neyên girtin û cezakirin, wê kerasetên bi vî awayî dubare bibin.

Hevseroka Tevgera Azadî: Qetilkirina Nagîhan siyasî ye

Her wiha Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên jî kuştina Nagîhan weke qetilkirina siyasî bi nav kir û got: “Derdikeve holê ku dijminê Kurdan bi hevkariya desthilata navxweyî destê xwe davêje çalakvan, rewşenbîr, dîroknas û lêkolînvanan. Peyama me ji bo asayîşê û hêzên ewlehiyê ew e ku, demildest bikujan bibînin û ceza bikin.”

Back to top button