Jinên Tîrêjên Rojê bîlançoya du mehan eşkere kir

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, bîlançoya çalakiyên ku mehên Tebax û Îlonê li dar xistine eşkere kir.

Înîsiyatîfê bal kişand li ser berxwedana gerîla, êrîşên di girtîgehan de, tecrîd û çalakiya fedaî ya li Mêrsînê û wiha got: ”Di pêvajoyeke wiha ku dijminên me dijminantiya xwe bi awayê herî bêexlaq nîşan didin de bi awayekî zelal divê em helwesta xwe li dijî dijmin nîşan bidin.”

Înîsiyatîfê destnîşan kir ku ew ê kêlî bi kêlî çalakiyên xwe mezin bikin û bi çalakiyên xwe li dijî komploya 9’ê Cotmehê bibin bersiv.

Înîsiyatîfê, bîlançoya xwe ya meha Tebax û Îlonê wiha eşkere kir:

“- 7 polîs û 3 nobetdar bi xedarî birîndar bûn, bi pişt re rewşa wan diyar nebûye.

– Yekineyên me, bazirganekî giyayê hişbir û du endamên ocaxên nijadperestan ji xwe re kirine armanc û ew bi xedarî birîndar kirine.

– Sê kargeh dane ber agir.

-Dikaneke alav û amûrên nava malê, sê nalbir, markêtek û kafeyeke înternetê ya faşîstan hatine şewitandin.

– Bi piranî wesayîtên luks, bi tevahî 29 wesayît ji aliyê yekeyên me ve hatiye şewitandin.”

Back to top button