Xelkên Minbicê li dijî êrişên dagirkeriyê tedbîrên xwe digrin

Ji bo parastina ji êrişên dewleta Tirk şêniyên gundên li ser sînor ên Minbicê dest bi kolandina xendek û tunelan kir.
Şêniyan da zanîn ku ew amade ne li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî her êrişekê têk bibin.

Bi ragihandina rewşa awarte re gelê herêmê dest bi amadekariyên berxwedana li hember planên dewleta Tirk kir.

Têkildarî mijarê welatiyê ji gundê El Dendeniyê yê Minbicê Tamir El Tamir got:

“Haya me ji şerê taybet ê dewleta Tirk li ser herêmên me heye.

Tevî îmkanên me yên kêm jî, lê em tedbîran digirin da ku em bikarin li hember êrişan li ber xwe bidin.

Me bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi kolandina tunelên ferdî kir da ku em xwe biparêzin. ”

El Tamir tekez kir ku ev axa ku ew li ser ji dayik û mezin bûne, dev jê bernadin û wê biparêzin.

Endama Hêzên Xweparastinê yên Minbicê Xezel Mistefa jî wiha got:

“Em Hêzên Xweparastinê dê bi gelê xwe re bin..

Em ê wan ji êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê biparêzin.”

Back to top button