Kiryar û sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dewam dikin.
Çeteyan ji navçeya Mabatyê du xwişk revandin .
Li gorî çavkaniyên ajansa ANHA’yê çeteyan ji gundê Mîrkan ê navçeya Mabata ya Efrînê du xwişkên hev revandine.
Li gorî çavkaniyan, navên welatiyan wiha ne:
Mîdya Fethî Cindî .
Tolîn Fethî Cindî .
Welatiyên hatine revandin ber bi cihekî nediyar ve hatine birin û çarenûsa wan heta niha nayê zanîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di meha îlonê de 3 jê zarok û 5 jin bi giştî 75 welatî hatine revandin û 2 jin jî hatine kuştin.