Dewleta Tirk rojanê êrişê Bakur û Rojhilatê Sûrî dike û dixwaze dagirkeriya xwe ya li herêmê berfireh bike.
Li dijî vê yekê jî bertekên gel zêde dibe .
Siyasetmedarên ji Tebqayê diyar kir ku bi hevgirtinê dê pilanên dijmin têk biçe .
Şêniyên gundê Qeremox ê Kobanê jî diyarkirin ku Rûsya berpirsên êrişên li ser heremê wan in.
“Dewleta Tirk hewl dide hemû çand û Netewan bihelîne ..”
Bi van gotinan Siyasetmedarên Tebqayê bertek li dijî êrişên qirkirinê nîşan da ..
Têkildarî mijarê serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê a bajarê Tebqayê Ehmed El Xelef axivî û got:
“Dewleta Tirk ji tirsa projeya neteweya demokratîk alozî û pevçûnan çêdike.
Dewleta Tirk dixwaze hemû çand û neteweyan bihelîne ..
Ger ev têr neke jî hewl dide pêşengên azadîxwaz bi awayekî fizîkî ji holê rake. ”
Li dijî bêdengiya cîhanê li hember êrişan El Xelef ev yek anî ziman :
“Hemû welatên cîhanê ji vê rewşê haydar in, lê bê deng dimînin û tenê temaşe dikin. ”
Berdevka Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê Şeza El Elî jî wiha got:
“Dewleta Tirk di şerê xwe yê vekirî de , li kêleka şerê xwe yê leşkerî hemû rêbazan bi kar tîne.
Ajan û sîxuran belav dike..
Projeya Rêveberiya Xweser reş dike.”
Gelên herêmê bi yekitiya xwe, dikarin li hember van hemû rêbazan li ber xwe bidin.
Şêniyên Qeremoxê : Hêzên Rûsya berpirsa êrişan dibîne
Şêniyên gundê Qeremox ê rojhilatê Kobanê jî li dijî êrişan bertek nîşan dan..
Şêniya hêzên Rûsyayê berpirsê êrişên dewleta Tirk dîtin.