Şefê MÎT’a Tirk Fîdan li Hewlêrê bû

Şefê Mît’a Tirk Hakan Fîdan ku ketiye pey nêçîra siyasetvanên Kurd, doh li Başûrê Kurdistanê bû.
Bi hatina Fîdan re, li Silêmanî jina Kurd Nagîhan Akarsel bû armanca êrişeke çekdarî.

Şefê Mît’ê Hakan Fîdan piştî serdana 11’ê Îlonê ya Iraqê, doh li bajarê Hewlêrê bû.

Tevî ku ti nasnameyeke wî ya siyasî tine ye jî Fîdan bi rêveberên Eniya Turkmen re hevdîtin pêk anîn.

Li gorî hin îdîayan, şefê Mît’ê li gel rayedarên PDK’ê jî rûniştiye, lê ev yek heta niha nehatiye piştrastkirin.

Bi serdana dawî ya Hakan Fîdan re, jina Kurd Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmanî bû armanca êrişekê û şehîd bû.

Eşkere bû ku kujer di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa YNK’ê ve hatiye girtin.

Back to top button