Koordînasyona PAJK’ê şehîdxistina Nagîhan Akarsel şermezar kir

Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyeke şehîdxisitna Nagihan Akarsel şermezar kir:
PAJK’ê diyarkir ku li hemberî her cure êrişan wê têkoşîna Jîna û Nagîhanan ranaweste û ev bang kir:
“Ev êrîş li dijî hemû welatparêzan, akademîsyenên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, siyasetmedar, ramanger û şoreşgeran, li dijî her kesî hatiye kirin.
Eşkere kirina kujerê Nagihan di serî de wezîfeya YNK’ê. Ji ber ku ev êriş li silêmaniyê pêk hatiye. Kîjan hêz li hember vê êrişê bêdeng be ew hevkar e.

Koordînasyona PAJK’ê der barê kuştina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel daxuyaniyek weşand.

PAJK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişande ser têkoşîna Nagîhanê ya di oxira têkoşîna rizgariya Jinê de û got:

“Nagîhan Akarsel bi karên xwe yên li akademiya jineolojiyê, kovar û karên din, nirxên girîng li têkoşîna azadiya jinê zêde kir.

Nagîhan Akarsel şehîda şoreşa me ya jinê ye.

Em bi rêzdarî li ber bîranîn û keda wê bejna xwe ditewînin.”

PAJK: Li her derê li dijî faşîzmê rabin ser piyan

PAJK’ê diyar kir ku ev êrişa namerdane bi fermana desthilatdariya AKP’ê ku şaneyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê hene, pêk hatiye û wiha got:

“Ev êrîş li dijî hemû welatparêzan, akademîsyenên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, siyasetmedar, ramanger û şoreşgeran, li dijî her kesî hatiye kirin.

Dewleta Tirk bi kuştina akademîsyena Kurd nivîskara jin Nagîhan Akarsel, tolhilanîna ji jinên Kurd e ku bi îradeya JIN, JIYAN, AZADÎ pêşengiyê ji azadiyê û veguherîna demokratîk re dikin dike.

Di serî de jinên li Başûrê Kurdistanê ji bo gelê me meseleke rûmetê ye ku hesabê vê bipirsin.

Êrîşa ku bi armanceke polîtîk hate kirin, ji bo jinan sedema serhildanê ye. ”

PAJK: Eşkerekirina bûyerê wezifeya YNK’ê ye

PAJK’ê diyar kir ku ji bo ev bûyera kuştinê mîna cînayetên siyasî yên din ên li Başûrê Kurdistanê neyê nixumandin, wezîfe dikeve ser milê hemû jinên Başûrê Kurdistanê hem jî şirîkê hikumeta Başûrê Kurdistanê YNK’ê.

PAJK’ê destnîşan kir ku kîjan hêz li hemberê vê êrişê bêdeng bimîne ew berpirsiyar e û got:

“Ji kuştina Nagîhan Akarsel, PDK, YNK’ê, hikûmeta Iraqê û DYE berpirsyar e.”

PAJK: Wê têkoşîna Jîna Emînî û Nagîhanan ti carî raneweste

Di dawî de Koordînasyonê PAJK’ê anî ziman li hemberî her cure êrişan wê têkoşîna Jîna û Nagîhanan ranaweste û ev bang kir:

“Em ê li her derê têkoşînê geş bikin û di nava têkoşîna xwe de xwedî li Jînayan, Nagîhanan derkevin.

Têkoşîna azadiyê ya jinê wê bi komkujiyan neqede, lê belê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst wê biqede.

Roj roja hesabpirsîna ji kuştin û komkujiyên AKP a faşîst e û xwedîderketina li rûmetê ye.

Em bang li gelê xwe dikin ku li her devera lê ye bi xurtî hesab bipirse.”

Back to top button