Li wezareta Derve ya Emerîka panelek bi navê ” Gelo wê azdiya Olan li Bakur û Rijhilatê Sûrî bi ser bikeve” li dar xist. Nûnertiya MSD”ê ya li Emerîka jî beşarî vê panelê bû.. Hevserokê nûnertiyê destnîşan kir ku, Rêveberiya Xweser û MSD’ê parstina hemû bawerî û nenteweyan dike..Ji lewer divê beşdarî danstandinên Cenev û komîteya destûrî bibe.
Mezintirîn rêxistinên parstina azadiya olî li Emerîka Meclisa Malbatên Şêwirî ji bo azadiya olî panelek bi navê” gelo wê azadiya Olî li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi ser bikeve” li wezareta derve ya Emerîka li dar xist..
Hevserokatiya Nûnertiya Meclisa Sûriya Demokratîk li Emerîka Sînem Mihemed û Besam Ishaq beşdarî vê panêlê bû..
HEVSEORKÊ NÛNERTIYA MSD’Ê LI EMERÎKA BESAM ISHAQ:
JI BO PARSTINA BAWERIYAN, DIVÊ MSD’Ê BEŞDARÎ CENEV Û KOMÎTEYA DESTÛRÎ KIR
Besam Ishaq têkildarî pirengî û piraliya li Bakur û Rojhilatê Sûrî axivî û îşaret bi projeya MSD’ê û Rêveberiya Xweser ji bo parstina olan kir..
Ishaq destnîşan kir ku, projeya MSD’ê paratina hemû olan dike û teqez kir ku, divê ev proje li ser tevahiya axa Sûrî pêk were..
Li ser vê yekê Hevserokê nûnertiya MSD’ê li Emerîk ji bo misogerkirina mafê hemû pêkhate û baweriyan, beşdarbûna MSD’ê di danûstandinên Cenev û komîteya destûrî de weke pêwistiyekê nirxand..
HEVSEORKÊA NÛNERTIYA MSD’Ê LI EMERÎKA SÎNEM MIHEMED:
ÊRÎŞA DEWLETA TIRK WÊ KAMBAXIYEKE MEZIN ÇÊ BIBE Û ÇARSERÎ BI DÛR BIKEVE
Di heman demê de, hevseroka nûnertiya MSD’ê Sînem Mihemed ji bo parstina yekîtiya xaka Sûriyê bi pirengiya wê, ji cikava navdewletî xwest ku piştgiriya MSD û Rêveberiya Xweser bike..
SÎNEM MIHEMED:
DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ ISLAMÊ LI SER ÊZDYÊN EFRÎNÊ FERZ DIK
Sînem Mihemed bal kişand ser binpêkirinên Dewleta Tirk û bi taybetî li Efînê û destnîşan kir ku, Dewleta Tirk Islamê li ser Êzdiyan ferz dike, zsarokan fêrî hişmendiya radîkal dike û nasnameya herêmê diguhere..
Hevseroka Nûnertiya MSD’ê li Emerîka got, gefên Dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, li ser hemû pêkhateyan û baweriyan e û teqez wê destwerdana dewleta Tirk, kampaxiyeke mezin bi xwe re bîne..
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku tevî gelek akademisyan, siyasetmedar, rêxistinên mafên mirovan, oldarên ji Emerîka û Ewropa, serokê komîteya navdewletî ya azadiya olan Lord Alton, Generalê berê û cîgirê serokatiya Meclisa malbatan a şêwirî William Boykin beşdarî panelê bûn.