Jin, Jiyan, Azadî

Slogana Jin,Jiyan, Azadî li dunyayê belav dibe..
Ev gotina ku berî 15 salan pêşniyara Rêber Ocalan bû, îro her kes wê dibêje..
Herî dawî jî permantereke Swêdî jî destek da vê siloganê..
Endama Kurd a parlementoya Ewrûpayê Evîn Încîr jî bi gotina heman sloganê, piştgirî da têkoşîna jinên Kurd û Îranî.

Li Kurdistan,

Rojhilat Navîn û gelek welatên cîhanê.

Li meydanên çalakî û parlementoyan,

Li ser ekranên televizyonan, di manşetên rojnameyan de.

Li her her deverê û bi her zimanî dengek bilind dibe.

Jin, Jiyan, Azadî…

Ev slogana ku bi pêşniyara Rêber Ocalan, ji aliyê Komelên Jinên Kurdistanê-KJK’ê ve beriya vê bi 15 salan hatibû ragihandin, êdî li ser zarê herkesî ye.

Ne tenê Jinên Kurd.

Yan jî bi giştî ne tenê jin.

Êdî mêr jî bi dengekî bilind diqîrin û dibêjin,

Herî dawî bi hêrsa ji ber kuştina jina Kurd Jîna Emînî, wateya vê siloganê qat bi qat zêdetir bû.

Parlementer Ebîr Sahlanî: Jin, Jiyan, Azadî

Parlementera Siwêdî û Endama Parlementoya Ewrûpayê Ebîr El Sahlanî yek ji wan kesan e li dengê Jin, Jiyan, Azadî bilind kir.

Li nava parlementoya Ewrûpayê kuştina jina Kurd Jîna Emînî bi qutkirina porê xwe protesto kir.

Ebîr El Sahlanî dema çalakiya xwe li avahiya parlementoyê bi slogana Jin, Jiyan, Azadî piştgirî da têkoşîna jina Kurd û Îranî.

Parlementer Evîn Încîr: Doza wan a me ye

Endama Parlementoya Ewrûpayê, jina Kurd Evîn Încîr Jîna Emîn bi bîr anî û got;

Doza wan doza me ye. Azadiya wan jî azadiya me.

Parlementer Evîn Încîr dawî jî bi gotina slogana,

Jin, Jiyan, Azadî..

Piştgirî da têkoşîna jinên Kurd û Îranî.

Back to top button