Li gelek deverên herêmê çalakî hatin lidarxstin û li dijî êrişên li ser jinan peyama bilindkirina têkoşîna azadiyê hate dayîn.
Li herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyê kuştina berpirsa Kovara Jineojiyê Nahîhan Akarsel rastî bertekên tund hat.
Têkildarî mijarê, komîteyên jinan yên Meclisa Malbatên Şehîdan li Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Qamişlo, Amûdê, Til Berek û Til Hemîs daxuyaniyeke hevbeş dan.
Di daxuyaniyan de bal hate kişandin li ser planên dewleta Tirk yên bihevkariya PDK’ê yên li dijî jinên azad û wiha hate gotin:
“Dewleta Tirk ji ber ku mejiyên wan jinan azade û neheqiyê û koletiyê qebûl nakin wan bi zanebûn hedef digire û şehîd dixe.”
Komîteyan hedefgiritna jinan şermezar kirin û bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û Konseya Ewlehiyê kirin ku zextê li hikumetên faşîst bikin û qetilkirina jinan bisekinînin.
Akademiya Jineolojî li Hesekê çalakiya konvedanê dest pê kir
Li bajarê Hesekê jî Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan çalakiya konvedanê hate destpêkirin.
Kon li Parka Rêber Apo ya li taxa Nasira ya Hesekê hatiye vedan û wê hate 3 rojan dewam bike.
Tê payîn ku wê di çalakiyê de şandeyên ji rêxistin û saziyên Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê amede bibin.
Meclisa Jinan soza dewamkirina rêya şehîd nagihan da
Her wiha Meclisa Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi daxuyaniyekê kuştina Nagihan Akarsel şermezar kir.
Meclisê sersaxî ji hemû jinên kurd bi taybetî endamên akademiyên Jineolojî re xwest û soza şopandina riya şehîdan heta bidestxistina armacên wan da.
Di dawiyê de Meclisê bang li hemû jinan kir ku li hemberî neheqî, tundî û zilma li ser jinan bibin yek û bertek nîşan bidin.