Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 19. de didome

Serhildasnên gel yên bi pêşengiya jinan ji bo azadî û demokrasiyê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 19’an de didome. Tevî êriş û hewldanên astengkirinê yên rejîma Îranê jî gel li ber xwe dide. Li gelek bajaran gel û xwandekar bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” li qadan bûn. Heta niha di êrişên hêzên rejimê de zêdeyî 154 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi hezaran kes jî hatine girtin.

Serhildanên gel yên bi pêşengiya jinan ku piştî kuştina Jîna Emînî destpêkir, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 19’an de didome.

Li Sistan û Belûcistanê jî, bi taybetî li Zahedana paytexta eyaletê alozî zêdeye, di êrişên rejimê de herî kêm 63 kes

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku li seranserê welat zarok jî di nav de herî kêm 154 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber êrişên rejimê zêdeyî 154 kesî jîyana xwe ji dest dane

Tevî êrişên rejîma Îranê jî serhildanên gel dewam dikin û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li ber xwe didin.

Yek ji cîhên çalakiyan paytexta Îranê Tehran bû, gel heya derengiya şevê bi drûşma “Bimre dîktator” li qadan bûn.

Gelê Tebrîz û Kerecê jî bi pêşengiya jinan û drûşma “Jin, jiyan, azadî” di nav çalakiyan de bûn.

Gelên Seqiz û Sine jî heya derengiya şevê agir dadan û çalakiyên xwe domandin.

Çalakî li bajarê Dîwandero û Benderebasê jî hatin li darxistinê û hêzên rejîmê êrişî gel kir.

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, xwendekarên zanîngehê yên jin, li dibistanan dest bi grevê kirin.

Xwandekarên jin ên Kerecê jî bi dûrûşma “Azadî” çalakî li darxistin.

Li Meşhedê jî xwandekaran li li dijî êrişên rejîma Îranê li qadan bûn û daxwaza azadiyê kirin.

Her wiha yek ji Besîcên ku ji bo bêdeng kirina xwandekarên jin çûbû dibistanê, hat protestokirin.

Xwandekaran bi şewitandina laçikên reş diyar kirin ku ew dijî sîstema rejîma Îranê ne.

Back to top button