
Hêzên Rizgariya Efrîn derbarê topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê yên van rojên dawî û şerê doh li gundê Merênazê de daxuyaniyek da û diyar kir ku 5 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin û 6 çete û 3 leşkerên Tirkiyê jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê di daxuyaniya xwe van agahiyan parve dike:
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di rojên dawiyê de liv û tevgera xwe li herêma Efrînê zêde kirine.
Li hember van êrîşan hêzên me jî asta berxwedanê bilind kirine.
20ê Tîrmehê ango doh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi gundên Mer’enaz, Malikiyê û Şewarixa yên Şera toparan kirin û xwestin li gundê Mer’enaz pêşde werin.
Lê rastî hêzên me hatin û şer di navbera wan û hêzên dagirker de derket.
Şer zêdeyî 6 saetan dirêj kir û Şervanên me hemû êrîş têkbirin.
5 çeteyên Liwa El Şîmal û El Cebha El Şamiyê hatin kuştin û 6 çete û 3 leşkerên dagirkeriya Tirkiyê jî birîndar bûn.
Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê heta derengiya şevê herêmên sivîlan dan ber topan.
Di encamê de ziyanên mezin ên madî gîhişte mal û zeviyên gundên navborî .