Li Kobanê ji bo piştgirîya serhildanên li Îran û Rojhilat meş pêk hat

Li Herêma Firatê, ji bo piştgiriya bi jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, meşek hate li dar xistin.

Meşa ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê ve hate organîzekirin, ji Qada Şehîd Egîd a Kobanê dest pê kir û heta qada jina Azad dewam kir.

Li Qada Jina Azad, endama rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Hebûn Mihemed, Şehîd Arîn Mîrkan bi bîr anî û got: “Wekî îro, şehîd Arîn Mîrkan di ber aramî û ewlehiya me de canê xwe feda kir.

Îro heman destan li Rojhilatê Kurdistanê dubare dibin û bi pêşengiya jinan gel ji bêdengiya xwe derdikevin û li dijî hikumeta faşîst serî hildidin.

Her jineke ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê banga azadiyê dike, em dengê xwe tevlê dikin.”

Back to top button