Cenazeyê Temen mezinekî, êşkencekirî li Efrîna dagirkirî hate dîtin

Şêniyên bajarê Efrîna dagirkirî, îro cenazeyê temenmezinekî, êşkencekirî li gundê Tirindê dîtin.

Çavkaniyên xwecihî yên ji Efrîna dagirkirî dan zanîn ku şêniyan cenazeyê temenmezinekî 50 salî di hundirê odeyekê, li gundê Tirindê yê bajarê Efrînê dîtin..

Her wiha şêniyan tekez kirin ku şopên êşkenceyê li ser laşê wî hebûn.

Çavkaniyan diyar kir ku cenaze li nêzî navendeke çeteyên “Sultan Murad” bû.

Back to top button