KJAR: Heman hişmendiyê Jîna û Nagîhan kuştin

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê kuştina Nagîhan Akarsel şermezar kir. 

KJAR’ê ji bo kuştina berpirsa Kovara Jineojiyê Nagîhan Akarsel daxuyaniyek da û got:

”Heval Nagîhan yek ji jinên pêşeng bû ku her tim jiyana wê bi çalakiyan dagirtî bû.

Nagîhan bi hezaran jin li seranserî Kurdistanê perwerde kir dakû jin hêza xwe ya xwezayî nasbikin.

Wê hewil dida zanista Jineolojî li Rojhilatê Kurdistanê were berfirehkirin.”

KJAR’ê hedefgirtina Nagîhan bi êrişek din a sîstema zilamsalarî ya li dijî îdeolojiya rizgariya jinê bi nav kir.

Û da zanîn ku hişmendiya Jîna Emînî û Şilêr Resûlî kuştin, heman hişmendiyê Nagîhan jî kuşt.

KJAR êrişê şermezar kir û daxwaza eşkerekirina tawanbarên kuştina pêşengên têkoşîna azadiyê kir.

Back to top button