Newroz Uysel derbarê tecrîdê de axivî

Parêzera Rêber Apo Newroz Uysal anî ziman ku hemû serlêdanên wan ji bo hevdîtina bi rêber Apo re hatine redkirin û got: ”Ev sê salin dozgerî serlêdanên me bê bersiv dihêlin.
Diviyabû CPT xwedî li raporên xwe derketa, lê ew jî hevkarê vê tecrîdê ye.

Parêzera Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Uysal, derbarê tecrîda li ser Rêber Apo nirxandin kir..

Newroz Uysel: Hemû serlêdanên me hatin redkirin

Newroz Uysel behsa hewl û xebatên wan yên ji bo dawîkirina tecrîdê kir û ev tişt anî ziman:

”Ji bo ku tecrîd bê rakirin me gelek serlêdan di nava Tirkiyê de kirine.

Tevahî serlêdanên me heta niha jî tên redkirin û bê bersiv tên hiştin.

Di asta navdewletî de jî gelek serlêdanên me çêbûne.

Me serlêdan li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa, NY’ê, Konseya Ewropayê û CPT jî kirin.

Me ji wan xwest ku bi lezgînî rewşa Îmraliyê zelal bikin û agahiyekî ji Îmraliyê bigirin.

Lê hemû hatin redkirin û me ne karî em agahiyekî ji birêz Ocalan bistînin.”

Newroz Uysel: CPT hevkarê tecrîdê ye

Newroz Uysel balkişand ser hewlwesta CPT’ê ya di vê debarê de û got:

”Bi hinceta cezayê dîsîplînê hevdîtina bi birêz Ocalan û girtiyên din tê qedexekirin.

Ev sê salin dozgerî serlêdanên me bê bersiv dihêlin.

CPT di raporek xwe de gotibû divê ev rejîm were guhertin.

Lê belê CPT xwedî li rapora xwe derneket. CPT jî bi vekirî hevkarê vê tecrîdê ye.”

Newroz Uysel: Xwedî li birêz Ocalan derkevin

Dawiyê, Parêzera Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Uysal ev bang kir:

“Girtina birêz Ocalan polîtîk û siyasî ye.

Bi hevdîtinek, an jî bi axaftina telefonê tecrîd bi dawî nabe.

Dewlet dixwaze fikrên birêz Ocalan ji gel û rêxistina wî qûtbike.

Ger gel xwedî li birêz Ocalan dernekeve wê tecrîd neyê şikandin.”

Back to top button