YPG: Hevrê Koçero Batman di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû

Fermandariya Giştî ya YPG’ê ragihand ku Fermandar Koçero Batman (Hesen Demîrtaş), di êrîşeke hewayî a dewleta Tirk li Kobanê, şehîd bû. YPG’ê diyar kir Fermandar Koçero li hember êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê ti carî gav paş de neavêt û di şikandina DAIŞ’ê de rolek mezin leyîst. YPG’ê sersaxî ji malbata fermandar Koçero û gel re xwest û soza tolhildanû û pêkanîna armancên şehîdan da.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê, derbarê şehadeta fermandar Koçero Batma ê ku li Kobanê şehîd bûye, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Di rojên dawî de li bajarê Kobanê di encama êrîşa balafirên bê mirov ya artêşa Tirk a dagirker de, hevalê me fermandar Koçero Batman tevlî karwanên şehîdan bû.

Hevrêyê me Koçero di sala 1983’an de, li bakurê Kurdistanê bajarê Êlihê di nav malbateke welatparêz de hate dinyayê.

Ji ber welatparêziya xwe her tim di hedefa dijmin de bû.

Hevrêyê me Koçero jî, di zaroktiya xwe de rastiya dijmin nas kir û bi vî awayî kesayetek welatparêz û ruhek azad di şexsê xwe de ava kir.

Li hember dijmin her tim hêrsek mezin jiya û ji bo tolhildana gelê xwe di temenekî ciwan de dest bi xebatên şoreşgertiyê kir.

Heval Koçero, di dema ciwantiya xwe de, di sala 2001’an de tevlî refên Tevgera Azadiyê bû.

Ji Zagrosan heta çiyayên Dêrsimê di gelek qadan de gerîlatî kir.

YPG: Hevrê koçero di têkbirina DAIŞ’ê de bi roleke mezin rabû

Di sala 2014’an de dema êrîşên DAIŞ’ê li ser bajarê Kobanê dest pê kir, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û tevlî berxwedana Kobanê bû.

Li hember êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê rêhevalê me Koçero ti carî gav paş de neavêt û di şikandina DAIŞ’ê de rolek mezin leyîst.”

Fermandariya YPG’ê diyar kir piştî berxwedana Kobanê, di pêngavên Reqa, Minbic, Eyn Îsa û Tabqa de jî wekî fermandarek wêrek cih girt û heta serkeftinê şer kir û wiha dewam kir;

Hevalê me Koçero di her qada ku lê ma û xebat meşand, bi tevlîbûneke cewherî û bi hevaltiyeke xurt, ji bo rêhevalên xwe her tim bû mînak.

Em wekî rêhevalên wî, di şexsê rêheval Koçero de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin û soza serkeftinê ya ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe dubare dikin.

Em wekî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji malbata hêja ya şehîdê xwe û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Hesen Demîrtaş, bi nasnav Koçero Batman, li Kobanê şehîd bû.

Nasnav: Koçero Batman

Nav û Paşnav: Hasan Demîrtaş

Navê Dayîkê: Aycan

Navê Bav: Ahmet

Cih û Dîroka Ji dayîkbûnê: Êlih – 1983

Back to top button