“Jin, Jiyan Azadî”

Xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî, aloziya navbera Îran û Ewropayê de zêdetir kir. Wezîrên Karên Derve yên YE xwe ji bo ferzkirina cezayên nû li dijî Tehranê amade dikin.

Li Îranê di demekî ku xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî pêk tên de, zexta hêzên rejîmê zêde bûye.

Li nava welatên Yekîtiya Ewropa jî dengê li dijî zextên li ser xwepêşandêran helwest derdikevin.

YE Cezayên nû li dijî Îranê dixe rojeva xwe

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Siyaseta Ewlekariyê ya YE Josep Borrell li paytexta Çekya Pragê ji çapemeniyê re axivî.

Josep Borrell ragihand ku wezîrên karên derve yên welatên yekîtiyê wê di civîna xwe ya bê de mijara cezayên li dijî Îranê gotûbêj bikin.

Borrell diyar kir ku li gorî agahiyên rêxistinên mafên mirovan, di xwepêşandanên piştî mirina Jîna Emînî de bi hezaran kes hatine binçavkirin.

Tehranê Balyozê Brîtanya vexwend wezaretê

Wezareta Karên Derve ya Îranê duh Balyozê Brîtanya li Tehranê Simon Şercliff vexwendibû wezaretê.

Hat ragihandin ku balyozê Brîtanya bi hinceta ku destwerdanê di karê navxweyî yê welat dike de hatiye vexwendin.

Wezaretê got, ew “destwerdana Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê di karûbarên navxweyî yên Îranê de bi şîroveyên derew û provokatîf red û bi tundî şermezar dike”.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Mixabin aliyê Îngilîstanê bi daxuyaniyên yekalî û bijartî, dibe hevkarê senaryoyên dijminên çalak ên li hemberî Komara Îslamî ya Îranê.”

Li dijî cezayên ku Ewropa xwe amade dike li dijî Tahranê bisepîne, doh ji Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîrabdullahiyan hişyarî hatibû.

Almanya: Divê cezayên ser tehranê bên zêdekirin

Li aliyekî din, Wezareta Derve ya Almanyayê di destpêka hefteyê de bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku cezayên YE li ser Îranê bêne zêdekirin.

Wezaretê teqezî li ser wê yekê kir ku divê hesab ji berpirsên kuştina Jîna Emînî û kesên tundiyê li xwepêşandêran dikin were xwestin.

Back to top button