QSD’ê îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên şehîdxistina 16 şervanên wan derew derxist û got: “Ti şervanên me şehîd nebûne.”
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên şehîdxistina 16 şervanên QSD’ê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker di rojên 3 û 6’ê Cotmehê de daxuyanî dan û îdia kirin ku di van her du rojan de 16 şervanên me şehîd xistine. Ev îdia ne rast in.”