Li Til Temirê Komploya Navneteweyî hat şermezar kirin

Li navçeya Til Temir komploya li dijî Rêber Apo bi meşekê hat şermezar kirin ku hat diyar kirin bi saya têkoşîna Rêber Apo gelek destkeftî hatin bi destxistin.

Bi sedan ji welatî, rûspiyên êlên kurd û Ereb û endamên saziyên Rêveberiya Xweser berşdarî meşê bûn.

Meş li pêş Meclisa Malbatên Şehîdan dest pêkir û li çerxerêya Mezin ya navçeyê veguherî mîtingê.

Li wê derê, endamê Meclisa Navçeya Til Temir Mihemed Ehmed axivî û komploya li dijî Rêber Ocalan şermezar kir.

Ehmed diyar kir ku baweriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikirên rêber Ocalan heye û bi saya fikr û têkoşîna rêber Apo destkeftiyên mezin hatin bi destxistin..

Di dawiyê de peyama bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo hate dayîn.

Back to top button