Dewleta Tirk a dagirker, amadekariyên êrîşeke hemwext li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dike..
Bi vê yekê tevgera xwe li ser herdû sînoran zêde dike..
Ajansa Mazapotmaiya li gorî çavkaniyên xwe ragihand ku, Dewleta Tirk a dagirker ji bo êrîşeke hemwext li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê amadekariyan dike..
Heman ajans diyar dike ku, Artêşa Tirk li ser sînorê bajaroka Rûbaroka Şemzînana Colmêrgê, hejmara leşker û çekên xwe zêde dike û cerdevanan jî di nava wan de bi cih dike.
Bi vê yekê Dewleta Tirk wê operasyona dagirkeriyê li dijî herêma Barzan a Hewlêrê pêk bîne..
Ajansa Mazapotamiya eşkere dike ku, plana dewleta Tirk ew e, leşkerên xwe li herêma Goşînê ya navbera Xakûrk û Xinêrê bi cih bike..
Ji xwe ji bilî vê tevgera li dijî başûrê Kurdistanê, li ser sînorê Rojava û bi taybetî Girê Spî û Kobanê jî Artêşa Tirk tevgera xwe zêde kiriye..
Ajansa Mazapotamiya di nûçeya xwe de dibêje ku, Dewleta Tirk amadekariyên êrîşeke hemwext li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dike..
Her wiha di nûçeyê de bal tê kişandin ser bûyera Hewlêrê û tê gotin ku, Dewleta Tirk vê bûyerê weke bihane bikar bîne, da ku zextên xwe li ser Mexmûr û Şengalê zêde bike, biryara vê jî, di hevdîtina Hewlêr û Enqere de hatiye girtin..