QASIM ENGÎN: GELEK ZEHMET E NEVIYÊN OSMANÎ Û SEFEWIYAN BIBIN YEK

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn diyar kir ku dewleta Tirk bi her rengî êrîşî destketiyên Kurdan dike û got:

Divê gel li dijî dewleta tirk xwe bike yek, pêwîste li dijî hêzên mitînger xwedî yek helwest bin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn dagirkeriya dewleta Tirk û têkoşîna li dijî vê dagirkeriyê ji Ajansa ANF’ê re nirxand.

Qasim Engîn diyar kir ku Çarenûsa Rojhilata Navîn xwe dispêre nakokiya Tirk û Persan û got:

Gelekî zehmet e ku neviyên Osmanî û neviyên Safewî li hev kom bibin.

Lê dema mijar dibe Kurd gelekî hêsan e ku bibin yek û li dijî Kurdan polîtîkyeke hevpar diyar bikin.

QASIM ENGÎN: KURD LI ROJHILATA NAVÎN HÊZEK POLÎTÎK IN

Qasim Engîn anî ziman, eger dewleta Tirk niha êrîşî Xakurkê û gelemperiya Kurdistanê dike, Iraq û Îran li dijî vê dengê xwe nake ev yek ji ber dijminatiya wan a li dijî Kurda ye.

Kurd li Rojhilata Navîn vediguherin hêzeke girîng a polîtîk.

Tirsa wan ji wê yekê ye ku Kurd jî mîna wan netewan dewletekê ava bikin -bi navê Kurdistana mezin.

Qaşo hêzên rojavayî jî piştgiriyê didin Kurdan, bi taybetî Emerîka herî zêde li gel Kurdan e, ji bo vê metirsiyê ji holê rakin ew jî dengê xwe dernaxînin.

QASIM ENGÎN: YA HERÎ GIRÎNG JI BO KURDAN YEKÎTIYA NETEWÎ YE

Qasim Engîn ev hişyarî da, sibe dema DYE û Erdogan pirsgirêkên xwe çareser bikin, wê demê Iraq û Îran jî wê bibînin ku faşîsta antî Rojhilata Navînî yê bi navê Erdogan kî ye.

Qasim Engîn bal kişand ser girîngiya Yekîtiya Neteweyî û wiha domand:

Em bînin bîra xwe Rêber Ocalan sala 2013’an dema ku hevdîtin bi dewleta Tirk re kir bal kişand ser girîngiya Yekîtiya Neteweyî.

Ji bo wê jî Mesûd Barzanî û Leyla Zana wek hevserokatî pişniyar kir.

Lê Barzanî bi vê helwesta xwe fersendek dîrokî ji destê xwe berda.

Bila dost û dijmin zanibin tenê Yekîtiya Neteweyî dikare bibe bersiv ji dagirkeran re.

 QASIM ENGÎN: DIVÊ KURD LI DIJÎ MÎTÎNGERIYÊ XWEDÎ YEK HELWEST BIN

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Li dijî van êrîşan ya ku divê em bikin wiha ye:

Bi karên yekîtiya neteweyî li dijî sekna parçeyî rawestin.

Eger hêzên mêtinger dibin yek û bi ser gelê kurd de tên, wê demê divê em jî xwedî helwest bin.

Divê em hêza xwe bikin yek û ji bo dagirkeran ji welatê xwe biqewirînin her rêbazên berxwedanê bi kar bînin.

Nakokiyên navbera me çi dibin bila bibin, li dijî mêtingeran divê em bibin yek.

Leave a Reply

Back to top button