JAMES JEFFREY LI SER BANGAWAZIYA HIKÛMETA AKP ÇÛ ENQEREYÊ

Nûnerê taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ji bo aloziya Sûrî û şandeyê taybet ê Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê, James Jeffrey îroj gihaşt Enqereyê.

Jeffrey li ser daxwaz û bangawaziya dewleta Tirk serdana Enqereyê kir da ku beşdarî civînên 22 û 23 Tîrmehê bibe.

James Jeffrey di serdana xwe de li gel şandeyekê ye û wê bi rayedarên dewleta Tirk re mijarên hevbeş ên têkildarî aloziya Sûrî gotûbêj bikin.

Li gorî ku wezareta Derve ya Emerîka ragihandiye, wê herdu şande pêkanîna biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî aloziya Sûrî û hewldanên hevbeş ên girêdayî pirsgirêka DAIŞ’ê gotûbêj bikin.

Her wiha wê mijara sînora bi bakurê Sûrî re jî li ser maseyê be.

Leave a Reply

Back to top button