Şêniyên Kobanê sersaxî da malbatên şehîd Zinar û Koçero

Gelê Kobanê sersaxî ji malbatên gerîlayê HPG`ê şehîd Zinarê Reş û fermandarê YPG`ê Koçero Batman re xwest.

Şervanê HPG’ê Ednan Hemo bi nasnav Zinarê Reş 30’ê Îlonê li Metînayê di şerê bi dewleta Tirk re û yek ji fermandarên YPG Koçero Batman beriya çend rojan li bajarê Kobanê ji aliyê balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk ve hate hedefgirtin û di encamê de şehîd bûn.

Îro welatiyên Kobanê berê xwe dan bin kon û sersaxî ji malbata şehîd Zinarê Reş û fermandarê YPG’ê Koçero Batman re xwestin..

Di merasîma sersaxiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Emîne Îsmaîl axivî û got:

“Emê heta dawiyê bi têbikoşina xwe layiqî şehîdan bin û tola wan hilînin.”

Endamê Meclisa PYD’ê Salih Nûh jî got: Bi saya fedekarî û têkoşîna şehîdên weke şehîd Zinar û şehîd Koçero em hatin roja îro.”

Back to top button