Zîlanên Nûjen Sara û Rûken mohra xwe li dîrokê dan

Li dijî êrişên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêber Apo şopdarên Zîlanê, Sara û Rûken bi çalakiya xwe ya fedayî bersiv dan. Malbata şehîd Rûken dibêje ewê şopdarên Rûken û Sarayê bin û ew bi çalakiya keça xwe kêfxweş in û serbilind in.

Zîlanên nûjen Sara û Rûken mohra xwe li têkoşîna azadiya gelê Kurd dan.

Şervana azadiyê Rûken li gundê Biliqiyê yê navçeya Amûdê ya Qamişlo, di nava malbateke welatparêz de çavê xwe li jiyanê vedike.

Dema Şoreşa Rojava destpê dike, heskirina welat û jîna azad di dilê keça ciwan Rûken de mezin dibe.

Bi eşqa azadiyê di sala 2014′ de berê xwe dide çiyayên azad.

Piştî perwerdeya xwe ya şervana nû li ser daxwaza xwe pêşniyar dike ku derbasî nav Hêzên Taybet bibe û dest bi perwerdeya dewreya bingehîn dike.

Şehîd Rûken hestên xwe ji bo tevlêbûna nav refên Hêzên Taybet wiha anî ziman:

Malbata şehîd Rûken: Em ê şopdarên rêya şehîdan bin

Derbarê jiyan û çalakiya şehîd Rûken de malbata wê axivî.

Dayika şehîd Rûken, Faîze Feremez diyar dike ku ew bi keça xwe serbilind in.

Bavê şehîd Rûken, Feremez Mûsa Hisên jî destnîşan kir ku ew bi şehadeta keça xwe pir kêfxweş e.

Xwişka wê, Rîhan Feremez anî ziman Çalakiya ku şehîd Rûken û Sara, li hemberî dijmin kirin wê di dîrokê de were nivisandin ku jin çawa tevger dike.

Back to top button