KJK’ê Komploya Navnetewî û hêzên komploger şermezar kir

Komelên Jinên Kurdistanê KJK’ê jî bi daxuyaniyekê komploya navnetewî û hemû hêzên ku tevli komployê bûne şermezar kir. KJK’ê diyar kir divê gel bi xwedîderketina li Rêber Apo û gerîla bersiva komplogeran bide û got:”Ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo û ji bo ku komplo bi temamî were têkbirin, divê her kes bi erka xwe rabe û her qada ku lê ne têkoşîna xwe mezin bikin.”

Bi rasthatina salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo KJK’ê daxuyaniyek weşand.

KJK’ê komploya navnetewî û hêzên komploger şermezar kir û bal kişande ser pergala êşkence û tecrîda a girankirî ya li ser Rêber Apo.

KJK’ê diyar kir Rêber Apo 24 sal in di nava şert û mercên herî giran de li ber xwe dide û bi vê têkoşîna xwe nehişt ku komploya navneteweyî biçe serî.

KJK: Dixwazin komployê bi rêbazên nû dewam bikin

KJK’ê eşkere kir ku hêzên kompleger di şexsê Rêber Apo de xwestin îrade û hêviya jiyana azad û demokratîk tune bikin û wiha got: “Rêber Apo ku li dijî vê komploya mezin 24 sal in kêlî bi kêlî têdikoşe û maskeya li rûyê komplogeran anî xwarê, bi paradîgmaya xwe ya nû pêşerojeke ronî pêşkêşî civaka Kurd û gelên Rojhilata Navîn kir.

Lê belê dîlgirtina Rêberê me ya di nava şert û mercên giran de nîşan dide ku komplo hîn jî neqediya ye û tê xwestin ku bi rê û rêbazên cuda bê dewamkirin.”

KJK’ê da zanîn bi vê planê hate xwestin ku di navbera gelan de şerekî giran bê destpêkirin û got,

“Lê Rêber Apo di nava êşkenceya Îmraliyê de, bi paradîgmaya ku afirand, plan û projeyên komplegeran têk bir.

KJK: Divê gel bi xwedîderketina li Rêber Apo bersivê bide

KJK’ê diyar kir divê gel bi xwedîderketina li Rêber Apo û gerîla bersiva komplogeran bide û wiha dewam kir:

“Hêzên komploger û dewleta çete ya faşîst a AKP û MHP’ê ji bo têkbirina destketiyên gelê me her cure êrîşên dermirovî dikin.

Li hemberî van polîtîkayên qirkirinê Rêbertiya me dev ji helwesta xwe ya berxwedêr bernade, tevgera me ya azadiyê jî bi berxwedaneke bi heybet îspat kiriye ku ew ê jiyaneke bêyî Rêbertî qebûl nekin.

Li hemberî van êrîşan divê gelê me têkoşîna xwe li her qadê mezin bike û bi şîara ‘Dem dema pêkanîna azadiya Rêbertî ye’ xwedî li berxwedana gerîla derkevin û divê bersiva pêwist bidin hêzên komploger.”

Di dawî de KJK’ê di serî de bang li jin û ciwanan û hêr kesî kir li dijî êrişan tevlî berxwedana dîrokî bibin û got:

“Li ser vî esasî ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo û ji bo ku komplo bi temamî were têkbirin, divê her kes her kolan û her bajarî bi ruhê berxwedanê bike qada xwedîlêderketina Rêber Apo.”

Back to top button