EFRÎN.. DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK AGIR BI ÇIYAYÊ HAWARÊ XIST

Xirakirina xwezayê, bi taybetî şewitandina daran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve didome.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê Ahrar Eş-Şerqiyê û Feyleq Eş-Şam çiyayê Hawarê şewitand.

Şewat bi taybetî li sêgoşeya gundên Qêsim, Dîkê û Şêx ên navçeya Reco pêka hat.

Hat zanîn serçeteyê Feyleq Eş-Şam Ebû Mihemed li gundê Dîkê daran dibire, dişewitîne û dike komer da ku li bazarên Tirkiyê bifiroşe.

Her wiha çeteyan daristana çiyayê gundê Bedîna yê Mabeta jî şewitand.

Hêjayî bîrxistinê ye, 16 Hezîranê daristana gundê Bedîna hatibû şewitandin.

ÇETEYAN JI GUNDÊ MERWANIYÊ 4 SIVÎL REVANDIN

Revandina sivîlan jî hîna didome.

Çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk bi ser gundê Merwaniyê yê Şiyê de girt û 4 sivîl revandin.

Navên sivîlên hatin revandin ev in:

– Îsa Şihadê
– Ehmed Siwêdan
– Mistefa Siwêdan
– Xoşnav Bekir Hemîd

Li gorî agahiyan, kesên revandî ber bi aliyekî nediyar ve birin.

Leave a Reply

Back to top button