ENDAMÊ YNK’Ê BANGA BOYKOTKIRINA MALÊN TIRKIYÊ KIR

Êrîş û dagirkeriya dewleta tirk li ser başûrê kurdistanê didome.

Li dijî van êrîşan bertek û nerazîbûn jî her ku diçe zêde dibin.

Endamê Meclîsa YNK’ê Eta Serawî li dijî dagirkeriya dewleta tirk banga boykotkirina malên Tirkiyeyê kir û got:

Ji ber yekgirtî nînin û baweriya me bi hev nîne, em rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tên.

Endamê Meclîsa Navendî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Eta Serawî têkildarêrî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û êrîşa nîjad perestên Tirk a li ser geştiyarên Başûrê Kurdistanê ji Ajansa Rojnews’ê re axivî.

Endamê Meclîsa Navendî ya YNK’ê Eta Serawî bûyera li Trabzon’ê weke, ‘Heqaretkirina li netewe û nîştimanê Kurdan bi nav kir û wih got:

Divê hişyariya xelkê li ser vê mijarê hebe.

Divê xelk film û malê Tirkî boykt bikin.

Ji şûna ku biçin Tirkiyeyê li welatê me bi xwe cihên geştiyarê gelek in.

Eta Serawî bal kişand li ser êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê jî û wiha nêrîna xwe anî ziman:

Divê partiyên siyasî û hemû xelk, hikûmet û parlamentoyê bêxin di bin zextan de ku êdî rê nedin binpêkirina serweriya xaka welat.

Rojek Îran bombebaran dike, rojek Tirkiye xelkê bi terorê tewanbar dike.

Endamê Meclîsa Navendî ya YNK’ê Eta Serawî bêdengiya hikûmeta başûrê Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk rexin kir û ev tişt anî ziman:

Helwesta hikûmetê ji aliyê xelkê ve nayê qebûl kirin û di asta pêwîst de nîne.

Ji ber yekgirtî nînin û baweriya me bi hev nîne, em rastî êrîşên dewleta tirk tên.

Leave a Reply

Back to top button