Heta niha di xwepêşandanên li Îranê de 185 kesan jiyana xwe ji dest dane

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo kuştina Jîna Emînî heta niha 185 kesan jiyana xwe dest dane.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha 185 kesan jiyana xwe dane.

Ji vane herî kêm temenê 19 kesan li jêr 18 saliyê de ne û li 17 parêzgehan hatine kuştin.

Lê, nîvê wan li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ku dikeve başûr rojhilatê Îranê hatine kuştin.

Li gorî raporê heta niha li 103 bajar û navçeyên 31 parêzgehên Îranê çalakî pêk hatine.

Di raporê de tê gotin ku di dema xwepêşandanan de bi sedan, xwepêşander, aktîvîstên sivîl, xwendekar, werzîşvan, rojnameger û hunermend hatine binçavkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê destnîşan dike ku hejmara zelal a binçavkiriyan li ber destê wan nîne.

Li gorî ropa Federasyona Navneteweyî ya Rojnamegeran, heta niha li Îranê 21 rojnameger hatine binçavkirin.

Back to top button