Di civîna îro ya parlementoya Iraqê de ku têde behsa êrişên Îranê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê hat kirin, Serokê Parlementoya Iraqê got ku ew ê mijarê bibe rojeva civîna yekitiya navdewletî ya parlementoyê.
Îro Parlementoya Iraqê civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di civînê de yek ji mijarên li ser hat axaftin bombebaran û êrişên rejima Îranê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bû.
Civîn bi amadebûna 198 parlementeran pêkhat.
Di civînê de Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî behsa êrişên Îranê kir û got:
Ew ê di civîna yekitiya navdewletî ya parlementoyan de mijarê bixe rojevê û daxwaza rawestandina êriş û destwerdanên di karûbarên navxwe yên Iraqê de bike.